Karkerên madena Dorukê careke din dest bi çalakiyê kirin

Li Tirkiyê rayedaran soz dabû karkerên madenê yên Dorukê ku daxwazên wan pêk pînin, lê soza xwe pêk neanîn. Karkeran careke din berê xwe da Enqereyê û xwestin ku heqdestê wan were dayîn, lê li Enqereyê ew rastî astengiyên polîsan hatin.

reset font size increase font size

Di 12 û 13'ê Nîsana 2026'an de, Karkerên Madenê yên girêdayî Sendîkaya Xweser a Karkerên Madenê yên ku di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn, ji bo ku heqdestê xwe bistînin li Enqereyê dest bi çalakiya grevê kir.

Çalakiya karkeran bi rojan berdewam kir.

Piştî hevdîtina ku bi Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar re hatiye kirin, rayedarên wezaretê diyar kir ku ew ê heqdestên wan teslîm bikin.

Karkeran bi şertê pêkanîna daxwazên xwe çalakiya xwe ya grevê bi dawî kiribû.

Rayedaran soza pêkanîna daxwazên karkeran pêk neanî û heqdestên wan radestî wan nekirin.

Ji ber vê yekê, karkeran careke din berê xwe dan Enqereyê.

Karkeran ji aliyê polîsan ve li navçeya Beypazariyê ya Enqereyê hatin astengkirin.

Wesayîtên ku karker pê hatine hatin desteserkirin.

Çalakvanan li vir çalakiya runiştinê li dar xist.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Nûnerên Sendîkaya Madenê, 6 karkerên madenê li ser navê karkeran bi rayedarên Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê re civiyan.

Lê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, ti encam derneketiye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24