Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de welatê ku herî zêde jê bandor bû û buyê yek ji qadên şer jî Libnan e.
Tevî agirbesta di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de hatiye ragihandin jî, şer û pevçûn li Libnanê berdewam dikin.
Bi taybet ev şer herî zêde jî bandor li ser jiyana rojane ya mirovan kiriye û jiyana wan di xeteriyê de ye.
Di encama şerê di navbera her du aliyan de gelek windahiyên sivîl çêbunê. Beşek ji wan jî zarok in.
UNICEF'ê destnîşan kir ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest dan. Krîza mirovî ya li welêt kûr dibe.
Di êrîşa Îsraîlê ya roja çarşemê de ku li herêmên cuda yên Libnanê kir, herî kêm 33 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 153 zarok jî birîndar bûn.
UNICEF'ê ragihand ku êrîşan bandoreke giran û hilweşîner li zarokan kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, ji 2'ê Adarê û vir ve li welêt zêdeyî 600 zarokan jiyana xwe ji dest dane, an jî birîndar bûne.
Her wiha zêdeyî milyonek mirov ji cih û warên xwe koçber bûne ku tê gotin 390 hezar ji wan zarok bûne.
UNICEF'ê bal kişand ser hiqûqa mirovî ya navneteweyî û anî ziman ku sivîl, bi taybetî zarok divê di nava şert û mercên guncaw de bêne parastin.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, di êrîşên roja çarşemê de bi giştî 303 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên Firqeya 91´emîn li başûrê Libnanê şaneyeke çekdar ji holê rakir
Her wiha li aliyê din jî Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku hêzên wan li başûrê Libnanê şaneyeke çekdar ji holê rakir.
Artêşê diyar kir ku ji destpêka operasyona li Libnanê, Firqeya 91´emîn bi sedan çekdarên Hizbullahê ji holê rakirine û wiha lê zêde kir:
“Di dema êrîşê de, wesayîteke ku endamên din ên şaneyê hildigirt ku hewl didan ji herêmê birevin hate dîtin û hedefgirtin.”
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku wan zêdetirî 200 roketên ku ji hêla Hizbullahê ve wêran kirine.