Ev demek e operasyonên li dijî CHP`ê her di rojevê de ne.
Herî dawî jî li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê operasyon pêk hat.
Ji aliyê desthilata Tirkiyê ve, ji cotmeha 2024`an ve ev operasyon li dijî CHPê tên kirin.
Serokê CHPê Ozgur Ozel piştî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê, derbarê banga xwe ya hilbijartinên pêşwext de daxuyaniyên nû da.
Ozel: Ger em diz bin bila gel me ceza bike
Serokê CHPê di hevpeyvînekê de bi rojnameya Nefesê re got ku hilbijartinên pêşwext dikarin ji bo partiya desthilatdar derfetek bin ku desthilata xwe nû bike û got:
"Ev yek dê me hem li qada navneteweyî û hem jî li hundir xurttir bike.
Ger gel bêje 'Ez guhertinê dixwazim', dê bi tevahî tiştekî cûda çêbibe.
Ger ew baweriya xwe bi me bînin, werin em hilbijartinê bikin; ger em diz bin, bila gel me ceza bike."
Ozel: Ger ew gav navêjin, em ê neçar bimînin ku 30 kursiyan vala bikin
Ozel, diyar kir ku ji bo hilbijartinên pêşwext planên wan ên du-qonaxî hene û van planan wiha rave kir:
"Ji bo vê yekê ne hewce ye ku em bi AK Partiyê re li hev bikin.
Bes e ku AK Partî pabendî destûrê bibe. Hilbijartinên navber dikarin 30 meh piştî hilbijartinan û heta salek berî roja hilbijartinên asayî werin lidarxistin.
Ger em ê ji bo heşt kursiyên vala hilbijartinan li dar bixin, divê Birêz Numan gav bavêje û bike.
Ger ew ji bo heşt parlamenteran plan nekin, ew ê neçar bimînin ku dema ku hejmara kursiyên vala bigihîje 30 kursiyan, bikin.
Ger ew vê yekê nekin, wê hingê lêçûnek siyasî hebe, mîna 'ji hilbijartinê reviyan, ji sindoqên dengdanê reviyan'."
Ozel derbarê senaryoya ku eger îstifayên parlamenteran neyên qebûlkirin de wiha got:
"22 parlamenter dê îstifa bikin û AK Partî dê li ber xwe bide.
Ew ne wisa dixebite; qanûn zelal e. Lijneya Serokkomariyê dê di nav hefteyekê de rastbûna îmzeyan lêkolîn bike û wan bişîne Meclîsa Mezin a Millî.
Dûv re ew ê bêyî nîqaşek di Meclîsa Giştî de werin dengdan."