Di destpêkê de pêşniyara Komên çekdarên Îraqê ji bo danîna çekan ew bû ku pêşnûmeya qanûna teqnişbûna (xanenişîn) Haşdî Şebî were pejirandin û çekdarên wan 'bi şêwazekî takekesî' tevlî Haşdî Şebî bibin û ji bo vê mijarê nermî nîşan dabûn.
Lê piştî serdana Fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdaran Îsmaîl Qanî, û Serokê Parlîmentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, pêşniyara xwe guhertine.
Pêşniyara nû ya wan pênc komên ku ne amade ne çekên xwe radest bikin ew e ku 'ji bo du salan çekên xwe bicemidînin û çalakiyên serbazî bi tevahî rawestînin', lê wek kom û pêkhateyên serbazî bimînin.
Amerîkayê pêşniyara komên çekdar ên Îraqê red kiriye
Serokê Desteya Haşdî Şebî Falih Feyaz, di pileya yekem de û piştre Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Serokwezîrê îraqê Qasim Erecî, wek navbeynkar di navbera hikûmet û komên çekdar de ne.
Piştî ku pêşniyar gihandiye hikûmeta îraqê û piştre di rêya balyozxaneyê re gihandiye Amerîkayê, rasterast ji aliyê Amerîkayê ve hatiye redkirin û wek 'fêlbazî' hatiye binavkirin.
Pêşnûmeya qanûna xizmetguzarî û teqnişbûna Haşdî Şebî di tebaxa 2023`yan de ji aliyê hikûmeta îraqê ve hat pejirandin û ji bo dengdanê ji parlîmentoyê re hat şandin,
Lê ji ber nakokiyên li ser naveroka pêşnûmeyê û gefên Amerîkayê, heta niha ev pêşnûme nehatiye pejirandin.
Armanca wê pêşnûmeyê birêxistinkirina karûbarên îdarî, darayî û yasayî yên endamên Desteya Haşdî Şebî ye û wekhevkirina mafên wan e ligel hêzên din ên ewlekariyê yên îraqê mîna artêş û polîsan.
Îraqê razîbûna xwe li ser tevlêkirina komên çekdar di nav Heşdî Şebî de diyar kir
Hikûmeta îraqê razîbûna xwe li ser mijara tevlîkirina çekdarên komên çekdar di nav Haşdî Şebî de piştî pejirandina qanûna Haşdî Şebî diyar kiriye, lê guhertina pêşniyarê ji aliyê komên çekdar ve ev mijar rawestandiye (asteng kiriye).
Komkirina çekan yek ji xalên sereke yên bernameya karê serokwezîrê Îraqê ye
Mijara komkirina çekan di destê dewletê de yek ji xalên serekî yên bernameya karê Elî Zeydî, Serokwezîrê Îraqê ye û wî çendîn caran daye xuyakirin ku divê piştî 30`yî îlonê çekên dervayî qanûnê nemînin.
Ji bo komên çekdar ên Îraqê 30'ê îlonê roja dawî ya danîna çekan e
Roja 11`yî vê mehê jî, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, di civîna xwe ya li gel Xalid Ubeydî, Serokê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Parlîmentoyê û endamên komîsyonê de, ferman da ku pêşnûmeya qanûnekê ji bo 'sînordarkirina çekan di destê dewletê de' were derxistin û li gorî rênmayiyên destûrî were amadekirin.