Navê Taif Samî di lîsteya terorê ya FBI'yê de hat danîn

Wezareta Derve ya Amerîkayê, bi fermî vîzeya Teyf Samî Wezîra berê ya Darayî ya Îraqê betal kir û ew xist lîsteya çavdêriya terorê ya FBI.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Teyf Samî, ku berê li Washingtonê hatibû xelatkirin, niha bi tawana alîkariya darayî ya terorîzmê di lîsteya çavdêriya FBI de ye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio got, ew ê destûrê nedin gumanbarên terorê li welêt bimînin.

Endamên Kongresa Amerîkî Joe Wilson û Greg Stubby, Samî bi hêsankirina alîkariya darayî bo terorîzmê bi rêya pergala bankayî ya Îraqê tawanbar kir.

Di daxuyaniyekê de,Teyf Samî hemû rapor red kirin û tekez kir ku navê wê di ti lîsteya terorê de nîne.

Her wiha diyar kir ku ew ji hêla ti dadgeheke navneteweyî ve nehatiye agahdarkirin an jî nehatiye gazîkirin.

Sala 2022`yan rêveberiya Joe Biden, Teyf Samî wekî yek ji jinên herî wêrek ên cîhanê bi nav kiribû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye