Li gorî nûçeya rojnameya "Al-Araby Al-Jadeed", piştî êrîşên dawî yên li ser baregehên Heşda Şebî, aloziyên di navbera Hikûmeta Îraqê û komên çekdar de gihîştine lûtkeyê. Komên di bin sîwana Eniya Berxwedana Îslamî de ragihandine ku heke hikûmet bêdeng bimîne, ew bixwe dê piştî merasîmên Çileyê Îmam Husên li Kerbelayê bersiva Erebistana Siûdî bidin.
Li hemberî vê yekê, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hişyarî da komên çekdar ku bi aqilmendî tevbigerin û tu êrîşan nebin ser axa Erebistana Siûdiyê, ji ber ku dê welat rûbirûyî karesat û astengiyên pir mezin bibe.
Çavkaniyan diyar kir ku hikûmeta Bexdayê û aliyên navdewletî, di nav wan de Waşîngton, hişyariyên zelal gihandine komên çekdar ku ew niha tenê li pêşberî du bijardeyan ne: an dê çekên xwe radestî dewletê bikin û dawî li vê krîzê bînin, an jî dê rûbirûyî êrîşên asmanî yên tund ên Amerîkayê bibin.
Ev rûdanên dawî, Serokwezîr Elî Zeydî xistiye bin ceribandineke pir giran a siyasî de, ji ber ku daxwazên navdewletî yên ji bo kontrolkirina çekan û zextên navxweyî yên komên çekdar li dijî hev rû didin.