Serfermandariya Giştî ya Artêşa Kuweytê daxuyand ku sîstemên wan ên asîmanî bi awayekî çalak li dijî "êrîşên hov û gunehkar" ên dronên Îranê disekinin.
Artêşê ji welatiyan daxwaz kir ku guh bidin hişyariyên ewlehiyê û hişyarî da ku her dengekî teqînê were bihîstin, encama pûçkirina dronan e ji aliyê sîstemên parastinê ve.
Tevî ku rojane rastî van êrîşan tê, hikûmeta Kuweytê bi fermî daxuyandiye ku ew di rûbirûbûna serbazî ya navbera Amerîka û Îranê de bêalî ye û tevlî ti operasyonên serbazî yên li dijî xaka Îranê nebûye.