Di nivîsekê de li ser Truth Social, Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Tevgera Antîfa, mînaka herî nexweş û xeternak a çepgirên radîkal e û ew wê wekî rêxistineke terorîst a mezin bi nav dike.
Di wê nivîsê de, Trump eşkere dike, ku ew dê biryarê bide da ku lêpirsîneke berfireh li ser kesên ku Antîfayê fînanse dikin, bê kirin.
Ev yek jî piştî kuştina çalakvan Charlie Kirk hat, ji ber ku guman tê kirin ku ji aliyê ciwanekî piştgiriya Antîfayê dike, hatibe kuştin.
Antîfa kurtkirina navê Antî Faşîst e, ew tevgereke çepgir e li seranserê Amerîkayê çalakiyan pêk tîne û ew bi xwe li dijî siyaseta Trump e.