Rûsya bi dron û mûşekan êrîşan dibe ser Ûkraynayê

Şer di navbera Ûkrayna û Rûsyayê gur dibe. Her roj jî di rageşiya di navbera wan de sivîl dibin qurbanî. Duh Rûsya bi dron û mûşekan êrîşeke tund li dijî Ûkraynayê pêk anî. Li hember wê jî îro fermandarê hêzên dronan ên Ûkraynayê ragihand ku dronên wan bi şev li Deryaya Reş û Deryaya Azovê 7 keştîyên Rûsî hedef girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev dîmenên şeva derbasbûyî li Ûkraynayê ye. 

Ev zerera çêbûye jî Rûsya bi dron û mûşekan pê ve rabûye.

Hêzên Rûsî bi 4 bombeyan bajarê Zaporizhzhia yê başûrê rojhilatê Ûkraynayê bombebaran kirin.

Tîmên rizgarkirinê hewil didin sivîlan ji bin kavilan derxin

Bombe li avahiyek bilind a sivîlan ket.

Herî kêm 3 kes hatin kuştin û 35 kesên din, di nav de 6 zarok birîndar kirin.

Her wiha tîmên rizgarkirinê hewl didin kesekî ji nav kavilan derxînin.

Lê di dawiyê de mirin zora tîmên rizgarkirinê dibe û di dawiyê de ew kes dimre.

Robert: Me 7 keştiyên Rûsî hedef girtin

Ûkrayna îro jî li hember van êrîşan bê deng nema û êrîş birin keştiyên Rûsyayê.

Fermandarê hêzên dronan ên Ûkraynayê Robert Provdy got ku dronên wan bi şev li Deryaya Reş û Deryaya Azovê 7 keştîyên Rûsî hedef girtin.

Wî bi rêya Telegramê diyar kir ku di hedefan de 3 tanker û 4 keştîyên barhilgir hebûn.

Bi vî awayî hejmara giştî ya keştîyên ku di Tîrmehê de hatine hedefgirtin gihîştiye 183an.

Robert her wiha bal kişand ser hedefgirtina heft îstasyonên elektrîkê li Nîvgirava Kirimê ya ku ji hêla Rûsyayê ve hatiye dagirkirin.

Rûsyayê êrîşeke "mezin" a Ûkraynayê pûç kir

Di heman demê de rayedarên Rûsî îro ragihandin ku wan di şevê de bi karanîna zêdetirî 400 dronan êrîşeke berfireh a Ûkraynayê ku herêma Moskowê hedef girtibû, têk birine.

Her wiha piştrast kirin ku berevaniya asmanî piraniya wan berî ku bigihîjin paytextê asteng kirine.

Hat eşkerekirin ku hêzên parastina asmanî piraniya dronan bêbandor kirin dema ku ew hîn ji bajêr dûr bûn, 85 dron jî dema ku nêzîkî Moskowê bûn hatin xistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye