Washington: Heta ku tê xwestin em ê dorpêça li ser Îranê bidomînin

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth diyar kir ku Washington dorpêçkirina li ser Îranê berdewam bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth got, heta ku pêwîst be wê Washingtonê dorpêçkirina li ser Îranê bidomîne.

Girêdayî mijarê rojnameya The Wall Street Journal ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Amerîkayê diyar kir ku keştiya balafiran USS “George Washington” ber bi herêmê ve diçe da ku şûna keştiya balafiran USS “Abraham Lincoln” bigire.

Her wiha Rayedaran ev tevger wekî "beşek ji plana asayî ya hêzên deryayî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn hatine bicihkirin" bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye