Kuştiyên êrîşa li Awistralya gihaşt 16 kesan

Di êrîşa li dijî cihûyên li Awisralyayê de 16 kes hatin kuştin. Her wiha hejmara kesên di encama êrîşê de birîndar bûne digaşt 40`î.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Awistralyayê eşkere kirin ku ev êrîş li Bondi Beach li Sydney pêk hatiye.

Rayderan pişterast kir ku yek ji çekdaran hatiye kuştin û yek jî hatiye birîndarkirin.

Serokwezîrê Awistralya Anthony Albanese, ev êrîş şermezar kir û ew wekî "kiryarek xerabiya saf" û "dij-Semîtîzma hovane" bi nav kir.

Anthony Albanese destnîşan kir ku ev êrîş bi taybet, civaka cihûyan hedef digire.

Polîsan di wesayîteke girêdayî yek ji êrîşkaran de, teqemeniyan zeft kirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron êrîşê wekî "êrîşeke terorîstî ya dijî-Semîtî" bi nav kir.

Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog jî diyar kir ku dilê wan bi xwişk û birayên wan yên cihû, yên li Sydneyê re ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye