Seroka siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas, di hevpeyvînekê de ku îro ji aliyê Financial Times ve hat weşandin diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwaze Ewropayê parçe bike û ji YE hez nake.
Li gorî Reutersê, Kallas ji rojnameyê re got ku girîng e her kes fêm bike ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di xwesteka xwe ya parçekirina Ewropayê de pir eşkere ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema xwe ya duyemîn de bi berdewamî YE hedef girtiye, bacên gumrikê li ser welatên endam û welatên din ferz kiriye.
Her wiha behsa tevlîkirina Greenlandê kiriye, gaveke bi bandor ku dikare NATO´yê bi dawî bike.
Rêveberiya Trump vê hefteyê rêze lêpirsînên bazirganiyê li dijî Yekîtiya Ewropayê û welatên din, di nav de Çîn, Hindistan, Japonya, Koreya Başûr û Meksîkayê, bi îdiaya pêkanînên bazirganiyê yên neheq, da destpêkirin.
Li gorî van lêpirsînan, ev welat heta havîna bê bi bacên nû re rû bi rû ne.
Kallas: Divê welatên YE´yê bi awayekî dualî bi Trump re danûstandinan nekin
Li gorî rojnameya Financial Times; Kaya Kallas destnîşan kir ku welatên YE´yê divê bi Trump re ne bi awayekî dualî, bi hev re danûstandinan bikin û wiha got:
"Ji ber ku em wekhev in dema em bi hev re bin."
Di derbarê parastinê de, Kallas got ku YE´yê hewce dike ku ji Amerîkayê bikire ji ber ku ne milkê me, ne şiyan, ne jî çavkaniyên ku em hewceyî wê ne, hene.
Seroka siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas anî ziman ku Ewropa hewce dike di pîşesaziya xwe ya parastinê de veberhênanê bike.