Salek di ser ragihandina ‘danezana destûrî’ re derbas bû

Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê, di 13`ê Adarê 2025`an de danezaneke destûrî ragihand. Hikûmetê di destûra ragihandî de teqlîda gelek madeyên ku di destûra berê ya ku rejîma BAAS`ê hatibû nivîsandin dike. Di destûra Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê de têgeha demokrasî nehatiye bikaranîn û tenê zimanê Erebî fermî kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku Sûriye ji dagirkeriya Fransayê rizgar bû, rejîma BAAS`ê rê li pêşiya jiyana siyasî girt.

 

Netewperestî li ser hemû netewe û pêkhateyên Sûriyê ferz kir.

 

Gel li hemberî înkar û zilmê têkoşîn dan meşandin.

 

Di Kanûna 2024`an de, rejîma BAAS`ê hilweşiya.

 

Piştî hilweşîna rejîma BAAS`ê, hêviyên gelê Sûriyê ji bo sîstemeke demokratîk zêde bûn.

 

Gelê Sûriyê ew hilweşîn wekî xaleke werçerxanê ya dîrokî û çirûskek hêviyê ji bo destpêkeke nû dîtin.

 

 

Destûra Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê berdewamkirina destûrê rejîma BAAS`ê ye

 

 

Lê Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê di 13`ê Adarê 2025`an de danezaneke destûrî mîna destûrê rejîma BAAS'ê û berevajî hedefên şoreşa Sûriyê ragihand.

 

Sîstema dewleta neteweyî ya yekreng şopand.

 

Hebûna pirrengiya siyasî, neteweyî û mezhebî înkar kir.

 

 

 

Di destûra Sûrî de tenê Ola Îslamê heye

 

 

Hikûmeta Veguhêz a Suriyê di destûra ku ragihandî de teqlîda gelek madeyên ku di destûra berê ya ku rejîma BAAS`ê hatibû nivîsandin dike.

 

Destûra dewletê li ser bingeha ola Islamê hate danîn.

 

Ev yek jî li dijî rêgeza hemwelatiyê ye, ku wê di navbera hemwelatiyan de cudahî çê bike.

 

Her wiha pitşî vê biryarê welatiyên Sûriyê yên ol û mezhebên wan cuda ne dê bibin hedefa alîgirên vê hikûmetê.

 

Di destûrê Hikûmeta Vegûhêz ya Sûriyê de, tenê zimanê Erebî zimanê dewletê yê fermî ye.

 

Li beramberî vê yekê cudakariya di navbera netewe û pêkhateyên dîtir ên Sûriyê de zêdetir dibe.

 

Gelê Kurd jî yek ji neteweyên Sûriye ku rejîma BAAS'ê zimanê wan înkar kiriye, îro pitşî hatina desthilatek nû careke din zimanê Kurdî dibe hedefa înkarê.

 

 

Peyva `demokrasî` di destûrê de nîne

 

 

Di destûra Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê de têgeha demokrasî nehatiye bikaranîn.

 

Desthilata nû sîstema demokratîk red dike.

 

Di destûra nû de diyar kirin e ku serokkomar dikare endamên hikûmetê, endamên Konseya Ewlekariya Neteweyî û endamên Dadgeha Destûrî ya Bilind tayîn bike.

 

Her wiha destûr rê nade ku parlemanê nûnertiya îradeya civakên Sûriyê bike, hebe.

 

Serokê pêvajoya veguhêz dikare destwerdana iqtîdara zagonsaz bike.

 

Di madeya 39`an de rayeyeke mezin dane serokkomar ku destwerdana Meclisa Gel bike.

 

Ew dikare zagonan pêşniyar bike û piştî erêkirina meclisê biryar bide.

 

 

Raya gel ketiye destê serokkomar

 

 

Li gorî destûra Hikûmeta Vegûhêz A Sûriyê ya 13`ê Adarê 2025’an hat ragihandin, rayeya Meclisa Gel û hemû desthilatdarî dikeve destê serokkomar.

 

Pêkhateyên Sûriyê ji çand, ziman û mafên xwe yên siyasî têne mehrûm kirin.

 

Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê li dijî sîstema demokratîk a pirrengî û nenavendî ye.

 

Bi vê destûrê re wê Sûriyê ber bi hikumeteke zêdetir zalim û desthilatdar ve biçe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye