Li gelek navçeyên Stenbolê Newroz hat pîrozkirin

Li navçeyên Stenbolê pîrozbahiyên Cejna Newrozê bi coşeke mezin hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) li navçeyên Gazî Osmanpaşa, Avcılar, Pendik û Kartalê yên Stenbolê pîrozbahiyên Cejna Newrozê li dar xistin.

 

Cejna Newrozê ya îsal bi dirûşmeya "Newroz Azadî û Demokrasî" hate pîrozkirin.

 

Di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de, welatiyan li dora agir bi stranên Kurdî govend gerandin, jinan bi cilên gelêrî meşa bi meşale li dar xistin.

 

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar tevli pîrozbahiya Kartalê, Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan jî tevli pîrozbahiya Avcilarê bû.

 

Rêxistina Navçeya Avcilar a DEM Partiyê li Taxa Yeşilkentê ya Avcilarê jî pîrozbahiya Cejna Newrozê lidar xist.

 

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir piştre re jî dirûşma "Şehîd namirin" hate bilind kirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye