Artêşa Amerîkayê: Me Dorpêça li Hurmizê berfiretir kir

Dorpêçkirina darayî ya Amerîkayê li ser benderên Îranê dewam dike. Aertêşa Amerîkayê, eşkere kir ku wan li Hurmizê pêla dorpêçê berfirehtir kirine. Her wiha da zanîn ku wan 14 keştî vegerandine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa DYA’yêê ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê hatiye berfirehkirin.

Rêveberiya Washingtonê diyar kir ku ji roja duşemê ve destwerdana keştiyên ku diçin benderên Îranê yan jî jê derdikevin tê kirin.

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA'yê CENTCOM, di daxuyaniya xwe de ev gotin bi kar anîn:

“Biryara dorpêçkirina keştiyên ku dixwazin bikevin benderên Îranê yan jî jê derkevin, bi biryardarî berdewam dike.”

Sererkanê Giştî yê DYA’yê General Dan Caine berê di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku hejmara keştiyên hatine vegerandin 13 ne.

Artêşa Amerîkayê: Me li Hurmizê 14 keştî vegerandin

Bi agahdariya dawî re hat ragihandin ku ev hejmar derketiye 14’an.

Li gorî çavkaniyên Pentagonê, hişyariyeke bi vî rengî ji keştiyên bazirganî yên ku xeta dorpêçê bin pê dikin re tê kirin:

"Rêwîtiya xwe biguherînin an jî amade bin ku em dakevin ser keştiya we.

Heke hûn li gorî dorpêçê tevnegerin, dê hêz bê bikaranîn."

Hat destnîşankirin ku heta niha deryavaniya Amerîkayê bi awayekî fîzîkî neketiye ser ti keştiyan, lê hebûna xwe ya leşkerî li herêmê zêde kiriye.

Ev pêngava DYA’yê ya li derdora Tengava Hurmizê, wekî qonaxeke nû ya zextên aborî û leşkerî yên li ser Îranê tê nirxandin.

Geşedanên li Hurmizê ku yek ji xalên herî krîtîk ên bazirganiya enerjiyê ye, di bazarên petrolê yên cîhanê de jî dibe sedema fikaran.

Rêveberiya Washingtonê, der barê ku dê dorpêç heta kengî bidome de hîn dîrokeke fermî eşkere nekiriye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye