Di heman demê de Trump got: Îranê bi alîkariya Amerîkayê hemû mayînên xwe yên deryayî rakirine an jî di pêvajoya rakirina wan de ye.
Beriya wê jî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihandibû ku Tengava Hurmizê li pêşiya hemû keştiyan vekiriye, ev jî hemwextî agirbesta 15 rojî ya ku hatiye destnîşankirin.
Li aliyê din jî, karbidestekî payebilind ê Îranî ji Reutersê re got ku nakokiyên mezin hîn jî di navbera Îran û Amerîkayê de hene.
Karbidest diyar kir ku vekirî hiştina Tengava Hurmizê "bi şertê pabendbûna Amerîkayê bi şertên agirbestê ve girêdayî ye."
Di heman demê de, da zanîn ku "li ser hûrgiliyên pirsgirêkên navokî ti rêkeftinek nehatiye kirin".
Wî berdewam kir: "Di berdêla vê de, Îran dê garantî bide civaka navneteweyî der barê xwezaya aştiyane ya bernameya xwe ya navokî de".