Eyal Zamîr: Qada me ya sereke şerê li Libnanê ye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro ragihand ku wî Ferman daye ku di zûtirîn dem de "danûstandinên rasterast" bi Libnanê re dest pê bikin. Di demekê de ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îdîa kir ku Tel Avivê êrîşên xwe yên li ser Libnanê "kêm kiriye", Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr got ku qada me ya sereke ya şerê li Libnanê ye. Her wiha Rûsya, Spanya, Îranê, Hizbulah û hin welatên din êrîşên Îsraîlê li ser Libnanê şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr di civîneke ewlehiyê de li derdora Bint Jbeil li başûrê Libnanê got:

"Serkeftinên artêşê di şerê li dijî Îranê de bêhempa û dîrokî ye.

Eyal Zamîr da zanîn ku Îran berî vî şerî ne wekî niha ye. Ew pir qels bûye.

Zamîr diyar kir ku ew amade ne ku bi tevahî hêza xwe vegerin şer, heke di her kêliyê de ji wan were xwestin.

Serfermandarê Giştî yê Artêşê Eyal Zamîr got ku qada me ya sereke ya şerê li Libnanê ye.

Li alîyekî din Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew li ser îhtîmala gihîştina rêkeftineke aştiyê bi Îranê re "gelek geşbîn" in.

Trump: Îsraîlê berê êrîşên xwe li ser Libnanê kêm kirine

Her wiha Donald Trump da zanîn ku rêkeftin di meriyetê de ye û piştrast kir ku wî ji Îsraîlê xwestiye ku êrîşên xwe yên li ser Libnanê kêm bike.

Trump da zanîn ku Îsraîlê berê êrîşên xwe kêm kirine.

Trump ji NBCyê re got ku rêberên Îranî di civînan de ji, li ser medyayê pir cuda diaxivin, di civînan de rasyoneltir in.

Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ew li ser her tişta ku divê li ser erê bikin, erê dikin.

Lê Trump hişyarî da ku ger ew bi Îranê re negihêjin rêkeftinekê wê "gelek bi êş" be.

Spanyayê: Êrîşa li ser Îranê li ser şaristaniyê ye

Wezîrê Derve yê Spanyayê José Manuel Álvarez li parlementoyê got ku ev pevçûn êrîşeke li ser şaristaniyê ye.

Her wiha José Manuel Álvarez rexneyên tund ên Serokwezîr Pedro Sánchez ên li ser biryara Trump a êrîşa li ser Komara Îslamî ya Îranê dubare kir.

Álvarez got: "Em bi êrîşa herî mezin a li ser şaristaniyê re rû bi rû ne ku mînaka mirovî ya herî mezin a li ser aqil, aştî, têgihîştin û qanûna navneteweyî hatiye avakirin, lê ji ber îstismara desthilatdariyê, hêza hovane û bêserûberiyê."

Álvarez wiha zêde kir: "Şerxwaz û parêzvanên tundûtûjiyê li vegera nirx û pratîkên kêliyên herî tarî yên dîrokê digerin.

Îsraîlê jî tawanbar kir ku piştî êrîşên hewayî yên roja Çarşemê yên li ser Libnanê ku nêzîkî 300 kes kuştin, qanûna navneteweyî û peymana agirbestê ya dawî ya Rojhilata Navîn bin pê kiriye."

Hizbulaha: Em danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re red dikin 

Her wiha Parlamenterê Hizbullaha Libnanî Elî Feyad got ku ew danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re red dikin û divê Hikûmeta Libnanê agirbestê bike şertek ji bo her gavên din.

Daxuyaniya Elî Feyad piştî wê yekê hat ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wî ferman daye Hikûmeta xwe ku dest bi danûstandinên rasterast bi Libnanê re bike.

Feyad got ku helwesta Hikûmeta Libnanê divê vekişîna hêzên Îsraîlê ji axa Libnanê û vegera kesên koçber bo malên xwe jî wekî pêşniyarekê be.

Mesûd Pezeshkian: Êrîşên li ser Libnanê binpêkirineke eşkere ya peymana agirbestê ye 

Di heman demê de Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeshkian got ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê binpêkirineke eşkere ya peymana agirbestê ya destpêkê ye û wê

danûstandinan bêwate bike.

Mesûd Pezeshkian piştrast kir ku Îran wê gelê Libnanê terk neke.

Komîsera Ewropî ya ji bo Deryaya Spî Dubravka Šuiča di civîna ne fermî ya koma welatên YE yên ji neh endaman ên Deryaya Spî li Kroatya îro êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê şermezar kir û daxwaza agirbestê kir.

Wezîra Derve ya Slovenyayê Tanja Vajoč, ku li gel wezîrên derve û sekreterên dewletê yên heşt welatên din beşdarî civînê bû, jî daxwaza bidawîanîna tundûtûjiya li Rojhilata Navîn kir.

Her wiha Wezareta derve ya Rûsyayê jî êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê bi tundî şermezar kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye