Şeybanî: Me bi komara Tirkiyê re serdemeke nû ya stratejîk da destpêkirin

Wezîrê Karê Derve û Koçberan ê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Es'ed Hesen Şeybanî li gel hevtayê xwe yê Tirkiyê Hakan Fidan li Enqereya paytexta Tirkiyê konferanseke rojnamevanîyê li dar xist. Şeybanî got ku wan bi Komara Tirkiyê ya bira re serdemeke nû ya bi navê "şirîkatîya stratejîk û rêzgirtina dualî" da destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karê Derve û Koçberan ê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê  Es’ed Hesen Şeybanî li gel hevtayê xwe yê Tirkiyê Hakan Fidan li Enqereya paytexta Tirkiyê konferanseke rojnamevanîyê li dar xist.

Es'ed Hesen Şeybanî wiha got:

"Me li Enqereyê hevalbend û şirîkekî pêbawer dît, ku piştgirîya wî di warên avakirinê, bihêzkirina şîyanên sazîyan û çespandina stûnên aramîyê de weke kiryarên berbiçav dîyar bû.

Gotûbêjên me yên îro li ser lihevkirinên me yên girîng ligel Tirkiya bira tekez kirin di nav de xurtkirina hevkarîyê di sektorên enerjî, bazirganî û binesazîyê de, û bilindkirina asta hevahengîya ewlekarîyê ji bo kontrolkirina sînorên me yên hevbeş û dûrxistina gefên li ser ewlehîya me ya neteweyî.

Di navbera me de nêrîneke stratejîk di “Projeya Çar Deryayan” de zelal bû, ku wê Sûriyê û Tirkiyê bi hev re bike.

Damareke sereke ji bo dabeşkirina enerjîyê di navbera Kendava Erebî, Deryaya Xezer, Deryaya Spî û Deryaya Reş de ye.

Pêvajoya başbûnê û avakirina sazîyên dewletê bi biryardarî û lezeke mezin berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de, ez radigihînim ku Encumena Gel a Sûriyê, parlemena yekem ku nûnertîya Sûrîya Azad dike, piştî encamdana hilbijartinan li parêzgeha Hesekê di demeke nêz de, dê rûniştina xwe ya yekem li dar bixe."

Es'ed Hesen Şeybanî diyar kir ku peymana di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê berdewam e û niha kar li ser tevlîkirina wan di nav ref û pêkhateyên Artêşa Erebî ya Sûrîyê de tê kirin.

Wezîrê Karê Derve û Koçberan ê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û civaka navdewletî kir ku piştgirîyê bidin û daxwazê ji hêzên Îsraîlî bikin ku ji xaka Sûriyê vekişin.

Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê jî Hakan Fidan di konferansê de wiha got:

"Aramîya Sûriyê yek ji stûnên herî girîng ên aramî û aştîya herêmê ye.

Ewlehî û aramîya li Sûriyê û Tirkiyê hev du temam dikin.

Em pêşwazîya agirbesta du hefteyan a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îranê de dikin, û em hêvî dikin ku Libnanê jî li xwe bigire û bibe aştîyeke mayînde."

Şeybanî bi Barrack re geşedanên herêmî û navdewletî gotubêj kir

Li aliyek din jî Es'ed Hesen Şeybanî li Enqereyê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo Sûriyê Thomas Barrack re civîya.

Di civînê de geşedanên herêmî û navdewletî hatin gotûbêjkirin û her du alîyan tekezî li ser berdewamîya hevahengî û şêwirê kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye