Li Başûrê Libnanê teqîn û êrîşên hewayî yên Îsraîlê berdewam dikin

Êrîşên Îsraîlê li ser herêmên başûrê Libnanê tevî ragihandina agirbestê jî di demên sibehê de berdewam kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Balafirên şer ên Îsraîlê berbanga Duşemê herêma El-Tahir a li nêzî bajarokê Nebatiyeh El-Fawqa bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniyên Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Libnanê, hêzên Îsraîlê bi çekên giran êrîşî geliyê Hamûlê yê nêzî bajarokê Naqûrayê kirin.

Her wiha hate ragihandin ku şevê din li bajarokên Mensûrî û Mecdel Zûn operasyonên rûxandin û teqandinê hatine kirin.

Ji bilî van êrîşan, bikaranîna bombeyên fosforî yên şewatê li Yarûn û Bint Cbeil bû sedema şewatê zeviyên zeytûn. Her wiha droneke Îsraîlê bombeyeke dengî avêt ser herêma Beyût El-Siyad


Ev geşedan di demekê de tên ku piştî agirbesta 20'ê Hezîranê, asta êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê welat hinekî kêm bibû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye