Piştî lêdana Amerîka û Îsraîlê li seantrala nukleerî ya Bûşehrê ya Îranê Rûsyayê dest bi vekişîna karkerên Rûsî yên li wê santralê kir.
Li gorî Medyayên Rûsî, Rûsya roja şemiyê dest bi derxistina 198 karkeran ji Îranê kir.
Her wiha li gorî agahiyan, otobusên ku "198 kes" hildigirtin "nêzîkî 20 deqeyan" piştî êrîşa ku derdora santrala nukleerî hedef girt, bi rê ketin.
Zaxarova: Tesîsên nukleerî yên Îranê di bin garantiya IAEA`yê de ne
Di heman çarçoveyê de, Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser malpera wezaretê got ku êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê, li ser navûdengê wan kesên ku van mûşekan diavêjin, lekeyeke ku nayê jibîrkirin, çêdike.
Zaxarova diyar kir ku ev tesîsên nukleerî yên Îranê di bin garantiya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî de ne û dîsa jî rastî êrîşan tên.
Ev 4 car in santrala Bûşehrê tê hedefgirtin
Rayedarên Îranî Îro, ragihandin ku santrala nukleerî ya Bûşehrê cara çaremîn ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve, hatiye hedefgirtin.
Her wiha li gor agahiyan di encama vê êrîşa dawiyê de, kesek miriye û zirarên madî hene.
Grossi: Divê her 7 prensîbên ewlekariya nukleerî bên parastin
Di derbarê vê yekê de, Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî, Rafael Grossi, li ser hesabê X`ê daxwaza xweragirtina herî zêde ya leşkerî kir da ku ji xeteriya qezayeke nukleerî dûr bikevin.
Grossi daxwaza pabendbûna bi heft prensîbên ewlekariya nukleerî di dema şer û pevçûnan de kir.
Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê berê 3 bûyerên topbaranê li derdora santrala nukleerî ya Bûşehrê, di 17, 24 û 27ê adarê de, ragihandibû.