Trump li ser platforma xwe ya Truth Socialê wiha nivîsand: "Tê bîra we dema ku min 10 roj dem da Îranê ji bo ku rêkeftinekê bike yan jî Tengava Hurmizê veke? Dem diqede, tenê 48 demjimêr mane berî ku deriyê dojehê li ser wan bê vekirin"
Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de kete hefteya xwe ya şeşem û heya niha şerê di navbera herdu aliyan de, bi mûşek, balafirên şer û dronan tê kirin.
Her wiha behsa amadekariyên operasyoneke bejahî jî tê kirin, lê heta niha tu gav di aliyê bejahî de nehatine avêtin.