Di encamê de 40 kesî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
Otobus ji Quetta paytexta Belûçistanê ber bi Îslamabadê ve diçû.
Ajansê diyar kir ku otobusê 48 rêwî hilgirtibû.
Di 25'ê meha borî de, li bakurê rojavayê Pakistanê qezayek di navbera kamyone û otobusekê rêwiyan de qewimîbû, herî kêm 11 rêwî mirin û 7 kesên din jî birîndar bûn.
Qezayên kujer li Pakistanê li ser rêyên herêmên çiyayî yên dijwar, pir caran diqewimin.