2 Îranî li Îngilistanê bi plankirina ji êrîşekê re hatin tawanbarkirin

Kanala Sky Newsê ragihand ku du welatiyên Îranî li Îngilistanê bi xwe amadekirina ji bo kiryarên terorîstî hatine tawanbarkirin, wekî plankirina komployekê ji bo êrîşkirina ser civaka Cihûyan li bajarê Manchesterê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev herdu kes 20`ê îlonê li Manchesterê ji aliyê polîsên dij-terorê ve hatibûn girtin û navên wan Selam Ehmediyan ê 36 salî û Rehman Salihî yê 34 salî ye.

Piştî lêpirsînan ew bi amadekirina komployekê hatin tawanbarkirin ku diviyabû beriya cejna olî ya Cihûyan a bi navê Roja Xufranê bihata kirin.

Paşê, polîsên dij-terorê yên Brîtanyayê diyar kir ku lêpirsînan planeke armanckirina civaka Cihûyan a Manchesterê têk biriye.

Her wiha lêpirsîneran jî daxuyand ku ev herdu kes bi kesekî li derveyî Brîtanyayê re di têkiliyê de bûn ku dibe ku li Îranê be û bi vê planê ve girêdayî be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye