Ji berbanga sibehê ve li başûrê Lubananê artêşa Îsraîlê dest bi êrîşeke berfireh kiriye.
Bajarokên Eqdiyeta Bint Cibêl, El Nebetiye, Merceûn û Siwer hatin hedefgirtin. Wadî El Hicêr, bajarokên Hedasa û Hirês jî hatin topbarankirin, bi balafirên şer bajarokê Benî Heyan yê Mercewûn jî hatin hedefgirtin.
Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Lubnanê diyar kir ku topbaran li El Mensûrî, Zibqîn û derdora Bereşêt jî rû da. Li Bereşêtê 2 teqînên mezin çêbûn, li Bêt Yahûn jî tenqînan rû da, her wiha El Nebetiye El Foqa, derdora Harîs, Hesa, Wadî Zebqîn, Wadî El Hicêr, derdora Zotir El Şerqiya, Mêfîdon û Wadî El Siloqî jî hatin topbarankirin.
Heta niha aliyên fermî yên Lubnanê bîlançoya qurbaniyan, zirarên ku di encama êrişan de çêbûne ranegihandiye.
Li başûrê Lubnanê êrîş û teqînan rû da
Herêmên El Teyrî, Bereşêt, El Nebetiya El Foqa û Wadî El Siloqî yên li başûrê Lubnanê hatin bombebarankirin. Li bajarokên Beyt Yahûn û Beyt Lîf jî teqîn çêbûn.