Li gorî amarên destpêkê yên ku ji aliyê Ajansa Hawar ve hatine ragihandin, li 4 parêzgehên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê heta niha 185 hezar û 213 xwendekaran ji bo fêrbûna bi zimanê Kurdî navên xwe qeyd kirine. Li gorî dabeşbûna bajaran, li Hesekê zêdetirî 81 hezar, li Kobanê 53 hezar, li Efrînê 47 hezar, û li bajarên Şam û Hemayê jî 3 hezar û 728 xwendekar hatine qeydkirin. Hat ragihandin ku ji ber berdewamiya pêvajoya qeydkirinê li hin dibistanan, dibe ku ev hejmar hîn zêdetir bibe.
Li aliyê din, biryara dawî ya Wezareta Perwerde ya Sûriyê ku perwerdeya Kurdî di hefteyê de tenê bi 3 dersan sînordar dike, rastî nerazîbûneke mezin hat. Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê bi salan e perwerde bi sîstema pirzimanî (Kurd bi kurdî, Ereb bi erebî û Suryan bi suryanî) tê meşandin, ev sînordarkirina wezaretê bû sedema nîqaş û xwepêşandanên xwendekar û gel.