HAT NÛKIRIN / Nûçegihanê ajansa Welat Nedîm Oruç hat berdan

Zextên li dijî Rojnamevanan hem li Bakur, hem jî li Başûrê Kurdistanê didomin. Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç piştî 4 mehan ji girtinê hat berdan. Her wiha li Rojnamevan Mehmet Uçar salek û 6 meh ceza hat birîn. Li Başûrê Kurdistanê jî rojnamevanê girtî Şêrewan Şêrewanî, 3 roj in di greva birçîbûnê de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç 14`ê Çileyê li taxa Nûr a Cizîra Bakurê Kurdistanê dema ku nûçe dişopand bi lêdanê hate binçavkirin û piştre hate girtin.

Wê demê bi Nedîm Oruç re, 8 jê zarok bi giştî 20 welatî bi îdiaya “Tev li çalakiyên li dijî êrişên Rojavayê Kurdistanê bûne” hatibûn girtin.

Danişîna yekem a Nedîm Oruç û 19 kesên din li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a bajarê Şirnexê hat lidarxistin.

Oruç û 19 welatiyên din bi parêzerên xwe re di danişînê de amade bûn.

Nedîm Oruç li wir îdiayên derbarê xwe de red kir û destnîşan kir ku ew di çarçoveya xebata xwe ya rojnamegeriyê de li wir amade bûye û nûçe şopandiye.

Her wiha hemû kesên pê re girtî parastina xwe kirin û îdiayên li ser xwe red kirin.

Piştre Dadgehê biryara berdana rojnamevan Nedîm Oruç û 19 welatiyên pê re da.

Nedîm Oruç ji aliyê malbat û hevalên wî yên rojnameger, hevserok û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl li pêşiya girtîgehê hat pêşwazî kirin.

Li rojnamevan Mehmet Uçar salek û 6 meh ceza hat birîn

Di çarçoveya zextên li ser rojnamevanan de, rojnamevan Mehmet Uçar ji ber nivîsên xwe bi îdîaya "Endametiya rêxistinê" hate darizandin.

Rûniştina 5'emîn a dozê li Dadgeha Cezayên Giran a 2'yemîn a Êlihê pêk hat.

Bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" salek, 6 meh û 11 roj cezayê girtîgehê li Mehmet Uçar hate birîn.

Berzan Şêrwanî: Greva rojnamevan Şêrwan Şêrwanî didome

Zextên li dijî rojnamevanan ne tenê li Bakurê Kurdistanê, lê li Başûrê Kurdistanê jî hene.

Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ku bêhtirî 5 salan li Başûrê Kurdistanê girtiye, ev 3 roj in li Girtîgeha Mezinan a Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye.

Birayê Şêrwan Şêrwanî, Berzan Şêrwanî bi rêka deng ji ROJ NEWS`ê re axivî û têkildarî rewşa wî ev agahî da.

Berzan Şêrwanî diyar kir ku birayê wî daxwaza berdana bi merc dike, lê bersiva daxwazê red bûye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye