QSD’ê li Reqayê çeteyekî xeternak ê DAÎŞ’ê girt

QSD’ê operasyoneke ewlekariyê li Reqayê pêk anî, tê de çeteyekî xeternak ê DAÎŞ’ê hat girtin. QSD’ê ragihand ku ev çete di hilberîna TNT’ê de rola wî hebû û ji bo êrîşên şaneyên DAÎŞ’ê teqemenî peyda dikirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSDê ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) roja Şemiyê li Reqqayê operasyonek pêk anîn.

QSDê eşkere kir ku wan di operasiyonê de operatorekî xeternak ê DAÎŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandina QSD’ê diyar kir ku operasyon piştî çavdêriya mehên dirêj ên li ser Hassan Jafli, yê bi navê Ebû Abdo tê nasîn, hate lidarxistin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24