Di çarçoveya Peymana 29`ê Çileyê de vegera koçberên Efrînê didome.
Piştî gihaştina 5 koman, niha koma 6`an jî amadekariyên vegerê dike.
Li gorî agahiyan, koma 6`an ji nêzî hezar malbatên Efrînî yên li Qamişlo û Dêrikê dimînin, pêk tê.
Duh koma yekem a koçberên Efrînê yên li Kobanê jî ku ji 600 malbatan pêk dihat, gihîşt bajarê Efrînê.
Ji Herêma Cizîrê di 9`ê Adarê de 400 malbat, 4`ê Nîsanê 200 malbat, 14`ê Nîsanê 800 malbat û 9’ê Gulanê nêzî hezar malbatî vegeriyan bajarê Efrînê û navçeyên girêdayî wê.