Meclisa rêveber girîngî da lezkirina projeyên xizmetguzariyê

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya mehane li darxist û tê de rewşa xebatên li Kantonan, deste û nivîsgehên wê nîqaş kir. Di heman demê de, girîngî da lezkirina projeyên xizmetguzariyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Rêveber di civînê de geşedanên herêmê nîqaş kirin û girîngî da lezkirin û xurtkirina projeyên xizmetguzariyê û danîna amûran ji bo derbaskirina zehmetiyên heyî.

Her wiha di civînê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed destnîşan kir ku danûstandin û civîn di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Veguhêz a Sûriyê de didomin û ew ji bo pêkanîna lihevkirinê bi aliyên navneteweyî re di nav hevkariyê de ne.

Di dawiya civînê de hate diyarkirin ku amadekariyên ji bo wergeritina pembo temam in û ji ber ku çandinî bingeha xurtkirina ewlehiya xwarinê û geşpêdana domdar e.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24