Zanîngeha Rojava di tîrmeha sala 2016'an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hate avakirin.
Zanîngeh ji seranserî 10 fakulte û çendîn peymangehên bilind pêk tê ku gelek şax û beşên cuda yên zanistî, bijîşkî û mirovî dihewîne.
Li Kobanê jî, Zanîngeha Kobanê di sala 2017'an de wekî zanîngeh hat avakirin
Li Reqayê jî Zanîngeha El-Şerq di sala 2021'an de hat vekirin ku fakulteyên Wêje, Zanist û Perwerdehiyê lê dihatin dayîn, ji bin pergala Rêveberiya Xweser de, derket.
Di sala 2015'an de, Zanîngeha Efrînê jî hatibû vekirin, lê piştî operasyona leşkerî ya Tirkiyê û dagirkirina Efrînê, di sala 2018'an de zanîngeh hat girtin.
Dosyaya pejirandin û entegrasyona saziyên xwendinê yên Rêveberiya Xweser li gel Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe.
Ev pêvajoya ku piştî rêkeftina piralî ya seranserî Sûriyê dest pê kiriye, niha gihîştiye qonaxa biryarên fermî yên dabeşkirin û lihevkirinê.
Naskirina bawernameyên zanîngehên Rojava di rojevê de ye
Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Veguhêz bi biryara hejmar 1617/943 bi fermî bawernameyên dibistan û peymangehan ên Rêveberiya Xweser nas kirin.
Rê hat dayîn ku xwendekarên pergala Rêveberiya Xweser di salên xwendinê yên 2025-2026 û 2026-2027`an de bikevin ezmûnên giştî yên fermî yên Amadehî û Navîn li gorî pîvanên wezaretê.
Piştî vê biryarê, niha fişar û nîqaşên mezin hene ku ev biryar bawernameyên zanîngehên Rojava û Kobanê jî bi temamî bixe bin sîwana naskirina fermî.
Şandeyên akademîk û siyasî yên Rêveberiya Xweser, di nav de şandeyên Zanîngeha Rojava li Şamê civînên taybet li dar xistin da ku mekanîzmayên derbaskirina xwendekarên Kurd û herêmî ber bi sîstema nû ve misoger bikin.
Bawernameyên dibistanan hatine nasîn û pêvajoya tevlîkirina zanîngehan bi rêya komîteyên hevbeş li ser masê ye, lê parastina xweseriya zimanê Kurdî û statûya taybet a Zanîngeha Rojava xalên herî giran in ku hîn nîqaş li ser wan berdewam dikin.