Bi xebateke kûr û dirêj a ku encamên wê di rojnameya " The Astrophysical Journal Letters" de hatin weşandin, Teleskopa Gerdûnî ya James Webb (JWST) karîbû yekemîn nexşeya kîmyewî ya berfireh ji bo "kargeha heyvan" li derveyî pergala me ya rojê derxe holê.
Ev vedîtina ku bi serkêşiya zanyarên Zanîngeha "Zürich" û Saziya "Carnegie" ya Washingtonê hat kirin, fêmkirina li ser avabûna pergala heyvên stûr (wekî heyvên Jupiterê) bi tevahî guherand.
Ev vedîtina gerdûnî ya mezin a Teleskopa James Webb, di bingeha xwe de çîrokeke yekbûyî ya kîmyayê, fîzik û teknolojiya ku hemû beşên wê bi hev ve girêdayî ne.
Her tişt li dora gerstêrka dêw a bi navê (CT Cha b) dest pê dike, ji ber girseya xwe ya mezin û dûrahiya xwe ya 74 mîlyar kîlometre ji stêrka xwe, deryayeke gerdûnî ya serbixwe ava kiriye.
Di nav vê deryayê de, dîskeke mezin ji gaz û toza gerdûnî mîna kargeheke bêdeng kar dike da ku heyvên nû ava bike.
Teleskopa James Webb bi rêya amûra xwe ya infrasor a MIRI û pergalên fîlterkirina ronahiyê yên pir pêşkeftî, karîbû di nav tarîtiya gerdûnê re derbas bibe û tîrêjên kîmyewî yên vê kargehê rasterast bixwîne.
Her wiha ev hawirdor ji aliyê pêkhateyên karbonê ve pir dewlemend e û bi taybet hîdrojen siyanîd ê ku bingeha herî serekî ya avabûna DNA û jiyanê ye.
Ev tevahiya sîstemê wekî neynikeke gerdûnî ye ku rasterast rabirdûya pergala me ya rojê nîşanî me dide, mîna ku em li çêbûna heyvên Jupiterê yên berî 4.5 mîlyar salan temaşe bikin.
Di heman demê de, ev sîstem rêyeke nû li ber mirovahiyê vedike, da ku fêm bike heyvên derveyî ji destpêka avabûna xwe ve xwedî sîstema atmosferê û madeyên organîk in.
Ev yek jî şansa dîtina jiyanê li derveyî Erdê pir zêde dike.