Çayê vexwarineke gelêrî li çar aliyê cîhanê ye. Li gorî bijîşkan, ew xwedî taybetmendiyên dijî-penceşêrê ye û dikare tenduristiya dil û rûviyan baştir bike.
Rojnameya Brîtanî The Telegraph ragihand ku çay ji nebata "Gamellia sinensis" tê derxistin û pir caran ji bo çêjên cuda bi nebatên din re tê tevlîhevkirin.
Lê belê hûn çi çûreyên çayê hilbijêrin jî feydeyên tenduristiyê yên balkêş di qedehek çayê de hene.
Li gorî zanyaran feydeyên çayê ji bo tenduristiyê wiha ne:
“Taybetmendiyên antîoksîdan piştgiriya tenduristiya dil dike, tenduristiya rûvî baştir dike, asta şekirê di xwînê de kêm dike, metirsiya penceşêrê kêm dike, xewê baştir dike, tenduristiya derûnî pêş dixe.”
Çayê sûdê li dilê mirov dike
Pisporê Xurekan Dr. Carrie Ruxton da xuyakirin ku çay bi gelek awayan ji bo dil sûdmend e û wiha anî ziman:
“Polîfenol di çayê de hene, bandorên erênî li ser fonksiyona damarên xwînê dikin, herikîna xwînê di nav damaran de hêsantir dikin û tansiyonê jî kêm dike.”
Zanîngeha Harvardê lêkolînek berfireh li ser kesên ku herî kêm rojane ji 3 heya 4 qedehan çay vedixwin kir. Hat eşkerekirin ku îhtîmala krîza dil kêmtir dike, ew bakteriyên baş di rûvî de pêşve dixe û nexweşiya şeker a cûreya tîpa 2 di xwînê de ji sedî 17 kêmtir dike.
Vexwerina çayê mirina şanayên pençeşêrê zêde dike
Lêkolînerên Tenduristî destnîşan kirin ku polîfenolên di çaya reş de dikarin bibin alîkar ku pêşketina hin cûreyên penceşêrê hêdî bibe û mirina şaneyên penceşêrê zêde bibe.
Profesor Ruxton diyar kir ku kesên bi rêkûpêk çaya kesk an reş vedixwin, xetera wan a penceşêrê, nemaze penceşêra rûvî, kêmtir e.
Çayên giyayî yên ku kamomîl tê de hene, xewê baştir dike, vexwarina wê stresê jî sivik dike û çay dihêle tenduristiya derûnî bi pêşbikeve.