Kapsula Orion a NASA`yê, ku yekem keştîya fezayê ya bi mirovî ye ku piştî zêdetirî 50 salan ber bi rêgeha heyvê ve hatî şandin, mîsyona xwe ya dîrokî temam kir û bi serkeftî li Okyanûsa Pasîfîk daket.
Çar astronotên ku di çarçoveya mîsyona Artemis II de dest bi rêwîtiyek dîrokî ya li dora Heyvê kirin ku bi qasî 10 rojan dom kir, roja Înê, 11ê Nîsana 2026an, saet 8:07ê êvarê bi dema herêmî (3:07ê sibê bi dema Tirkiyê) li peravên San Diego, Kalîforniyayê daketin.
Di nav kapsulê de çar astronot hebûn:
Reid Wiseman (fermandar), Victor Glover (pîlot), Christina Koch (pispora mîsyonê) û Jeremy Hansen.
Di mîsyonê de rekora dûrtirîn dûrbûna ji erdê hate şikandin û ekîb gihîşt nêzîkî 407,000 kîlometre dûrî.
Dema ku kapsul daket û sar bû, tîmên rizgarkirinê bi lez nêzîkî wê bûn û astronot bi ewlehî derxistin.
Paşê wan bi qeyik û helîkopter veguheztin keştiyeke li bendê.
Mîsyona 10 roj dirêj bû û di vê demê de ekîb nêzîkî 1,118,000 kîlometre rêwîtî kir.
Wan pergalên keştîyê ceribandin, wêneyên nû yên heyvê kişandin û cihên daketinê yên pêşerojê keşif kirin.
Her çend astronotan li ser Heyvê daneket, lê wan karî wêneyên herî nêzîk û zelal ên ku heta niha hatine girtin tomar bikin.
Tê gotin ku ev serkeftin gaveke girîng e ji bo amadekariya mîsyona pêşerojê ya Artemis III, ku armanc dike mirovan dîsa here ser heyvê.
Di dawiyê de hat ragihandin ku rewşa hemû astronotan baş e û ew bi lez li şert û mercên erdê adapte bûn.
Ev mîsyon careke din nîşan da ku mirovahî bi hêvî û hêz ber bi pêşerojê ya keşfa fezayê ve diçe.