Li Brîtanyayê nexweşiya meymûnan metirsiyê çêdike

Vîrusa MPOX, ku berê wekî nexweşiya meymûnan dihat nasîn, li Îngilîstanê jî hatiye tespîtkirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ragihand ku Heta dawiya Cotmeha îsal, 48 hezar bûyerên piştrastkirî yên nexweşiyê li 94 welatan tomar kiribû ku di encamê de 201 kes mirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Ewlekariya Tenduristiyê ya Brîtanyayê ragihand ku cureyekî nû yê vîrusa MPOX, ku berê wekî nexweşiya meymûnan dihat nasîn, li Îngilîstanê di kesekî ku vê dawiyê çûbû Asyayê de hatiye tespîtkirin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ku di Tebaxa 2024'an de ji ber nexweşiya ku ew çêdike, rewşek awarte ya tenduristiya giştî ya navneteweyî ragihand, vîrusa MPOX ji du biyosferên sereke pêk tê:

- Biyosfer 1: Jêr-cureyên 1a û 1b dihewîne.

- Biyosfer 2: Jêr-cureyên 2a û 2b dihewîne.

Nîşaneyên nexweşiyê pizrikên çerm an birînên li ser mûkozê ne, ku dikarin ji du heta çar hefteyan bidomin, û bi gelemperî bi tayê, serêşê, êşa masûlkeyan û piştê, qelsiya giştî û werimîna girêkên lîmfê re tên.

Vîrus bi têkiliya rasterast bi kesekî vegirtî re tê veguhestin

Vîrus bi têkiliya rasterast bi kesekî vegirtî re, an jî bi destdana materyalên qirêj an heywanên ku enfeksiyonê hildigirin, derbasî mirovan dibe. 

Her wiha di dema ducaniyê de, ew dikare ji dayikê bo pitikekê were veguhestin.

Lêkolînerek li Zanîngeha Oxfordê û rêvebira Tora Tenduristiya Cîhanî Dr. Trudy Lang da zanîn ku vîrus li çaraliyê cîhanê wekî ku bi vîrusên bi vî rengî tê hêvîkirin, belav dibe û pêş dikeve.

Dr. Trudy Lang rave kir ku şêwaza veguhastinê bi demê re pêşve çûye.
 
WHO: Heta dawiya Cotmeha îsal 201 kes di encama vîrûsê de mirine 

Heta dawiya Cotmeha îsal, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê nêzîkî 48 hezar bûyerên piştrastkirî yên nexweşiyê li 94 welatan tomar kiribû, ku di encamê de 201 kes mirine.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24