ICC cezayê girtîgehê li fermandarê Cencawîd birî

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî li fermandarekî berê yê milîsên Cencawîd ceza birî. Kesê hatiye cezakirin li Darfûrê ya Sûdanê bûye sebeba kuştina 300 hezar kesî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dadgehê destnîşan kir ku wê fermandarê Cencawîd 20 salan di zîndanê de bimîne.

Navê şefê paramîlîter ê sûdanî Elî Muhammed Elî Abd e û ku wekî Elî Kushayb dihat naskirin.

Elî Kushayb bi 27 sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê hate mehkûmkirin.

Elî Kushayb di salên 2003 û 2004`an de, gelek komkûjî li Sûdanê pêk anîbûn. 

Tê ragihandin ku Elî Muhammed Elî Abd li Sûdanê zêdetirî 300 hezar kes kuştin û  û sebeba koça 2 milyon û 500 hezar kesan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye