Doza CHP'ê di roja xwe ya 6'an de ye

Doza "gendeliyê" ku Ekrem Îmamoglû jî di nav bersûcan de ye di roja şeşemîn de berdewame.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Doza 402 kesan, ku 107 ji wan girtî ne, di nav wan de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (IMM) Ekrem Îmamoglû ku bi tohmeta "gendeliyê" tê darizandin, di roja şeşemîn de li Dadgeha Cezayê Giran a 40'emîn a Stenbolê berdewam dike.

 

Rûniştin li Salona Dadgehê ya Hejmar 1 a Girtîgeha Vekirî ya Marmarayê ya li Silivriyê pêk tê.

 

Duh, ji parlamenterên parêzer ên ku li beşa parêzeran rûniştibûn hat xwestin ku derbasî beşa temaşevanan bibin.

 

Piştî nerazîbûna parlamenteran, rûniştin berî ku dest pê bike bi dawî bû.

 

Her wiha di rûniştina îro de destûr hat dayîn ku Serokê Giştî yê CHP'ê yê Stenbolê Ozgur Çelîk û 9 parlamenterên CHP'ê beşdarî rûniştina îro bibin.

 

Lê parlamenter Mahmut Tanal, Turan Taşkin Ozer û Alî Mahîr Başarir di lîsteyê de cih negirtin.

 

 

DEM Partî dê dozê bişopîne

 

 

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partiyê) jî daxwaz kir ku darizandinê bişopînin.

 

Şandeyeke DEM Partiyê ku ji Cîgirê Serokê Koma Sezai Temelli, Parlamenterê Stenbolê Celal Fırat û siyasetmedar Ali Can Onlu pêk dihat, çûn Silivriyê, ku darizandin lê dihat lidarxistin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye