Êrîşên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê: 21 kuştî û 31 birîndar

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA ragihand ku di nav 24 saetên dawî de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 52 kes hatine kuştin û birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

HRANA`ê, da zanîn ku di encama êrîşên Îsraîl-Amerîka yên li ser navendên dewleta Îranê de, 21 sivîl hatine kuştin û 31 jî birîndar bûne.

 

Rêxistinê her wiha diyar kir ku 36 navendên leşkerî û jêrxanên enerjiya atomî hatine armancgirtin.

 

Her wiha got ku di nava 24 saetên borî de li 17 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 243 êrîş pêk hatine, ji wan:

 

36 navendên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirxaneyên leşkerî, navendên polîsan, depoyên petrol û navendên enerjiya atomî yên Îranê.

 

Li gorî amaran; ji 28’ê Sibatê ve hezar û 351 sivîl mirine, ji wan; 207 zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de ye.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye