Di 18 rojan de Başûrê Kurdistanê rastî êrîşên 337 dron û mûşekan hatiye

Ji 28`ê Sibatê ve Başûrê Kurdistanê rastî êrîşên dron û mûşekan tê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê, ji 28`ê Sibatê dest pê kir û ji roja yekem a şer ve êrîşan li Başûrê Kurdistanê dest pê kirine.

 

Bi dron û mûşekan êrîş li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin.

 

Li gorî agahiyên me bi dest xistine bi 337 dron û mûşekan êrîş li her çar parêzgehên Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

 

Di berdewama êrîşan de duh bi şev Hewlêr bi 8 dronan hat hedefgirtin.

 

Li gorî amaran ji roja yekem a êrîşan ve li Başûrê Kurdistanê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan e û 45 kes jî birîndar bûn e.

 

Li gorî şopandinê roja duşemê bi 9 dron û mûşekan êrîşî parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.

 

Hinek ji wan bi dengê xwe yê bilind di nav welatiyan de tirs çêkir.

 

 

Cihên ku li Başûrê Kurdistanê hatine hedefgirtin

 

 

Li Silêmanî herêmên hatin hedef girtin:

 

Silêmanî, Mêrgepan, Qalawa, taxa Beranan, rêya 60 Metreyî, gundê Zirgwêzê, gundê Zirgwêzeleyê, nahiyeya Sûrdaş, qezaya Kifrî, hêzên Fermandariya Pêşmerge, taxa Taslûceyê û Çiyayê Zimnako.

 

Li Dihokê herêmên hatin hedef girtin:

 

Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê û Akrê.

 

Li Helebce herêmên hatin hedef girtin:

 

Çiyayê Şinruyê.

 

Li gorî agahiyan piraniya êrîşên li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatine kirin.

 

Her wiha komên çekdar ên Şîe yên li Îraqê ku Îran piştgiriya wan dike yên bi navê(Seraya Ewliya El Dem) Berxwedana Îslamî berpirsiyariya piraniya êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê girtine ser xwe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye