Sabahat Tuncel: Bi lêz avêtina gavan wê bi Tirkiyê bide qezenckirin

Di derbarê vekişandina Hêzên Tevgera Azadiya Kurd ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê gelek nêrîn û nirxandin tên kirin. Di hemû nirxandinan de bal diçe ser erk û berpirsiyariyên dewleta Tirk ku di derbarê pêvajoya aştiyê de zûtir pêk bîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de û biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê, Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistan ragihand ku ew hemî hêzên xwe ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê vedikişîne Qadên Parastina Medyayê.

Aktîvîst û sîyasetmedara Tevgera Jinên Azad (TJA), Sabahat Tuncel têkildarî vê gavê axivî û diyar kir ku daxuyaniyên dawî ji bo Tirkiyeyê nîşana destpêka demeke nû ne.

Tevgera Azadiya Kurd berpirsiyariyeke nû girt ser xwe û ji bo pêşvebirina aşitiyê li Tirkiyeyê îradeyeke girîng nîşan da.

Divê dewlet berpirsiyariyên xwe yên di derbarê pêvajoya aştiyê de zûtir pêk bîne.

Ji ber ku desthilat gav neavêje em nikarin bisekînin.

Erka me ew e ku em civakê li dora aşitiyê rêxistin bikin û desthilatê neçar bikin ku di vê meselê de gavan biavêje.

Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê: Divê hikumeta Tirk bersivê bide

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd a Sûriyê Mihemed Mûsa jî balkişand ser biryara vekişînê ya Tevgera Azadiya Kurd û niha nirxandinên xwe kir:

"Bi dehan salan çekan roleke baş lîst, têkoşîn, xebat û qurbanî hatin dayîn, destkeftiyên mezin jî li gorî wê hatin bidestxistin.

Îro rewşeke din heye, xebateke aştiyane dê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bê meşandin.

PKK’ê gav avêtin.

Hikûmeta Tirkiyê tu gaveke pratîk neavêtine.

Hikûmeta Tirkiyê neçar e bersivê bide, eger bersivê nede dê zirarê bibîne."

Serokê Giştî yê Emep’ê: Divê alî di şertên wekhev de hevdîtinan bikin

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan jî têkildarî daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd axivî û got ku divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje.

Aslan da zanîn ku divê komîsyon bi Ocalan re biaxive û mafê hêviyê nas bike û wiha pê de çû:

Hemû girtiyên siyasî divê bên berdan, Kurdî bila bibe zimanê perwerdeyê, zextên ser Rojava bi dawî bikin."

Serokê Baroya Mêrdînê: Meclis divê êdî gavan biavêje

Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan destnîşan kir ku piştî vê gavê divê hemû hiqûqnas jî îdeolojiyên xwe bidin aliyekî û ji bo pêvajoya hiqûqî sûdewer bin. 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye