Rêveberiya Tevgerê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Demokratîk de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Tevgerê di daxuyaniyê de got: “Hêzên gerîla yên li Zapê bûn û rîska şer li ser wan hebû, bi 16'ê Mijdarê re vekişiyan qadên cuda û guncaw."
Tevgerê di daxuyaniya xwe de wiha diyar kir: “Em di wê baweriyê de ne ku ev gava me ya nû wê xizmetê ji çareseriya pirsgireka Kurd, aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike.”
"Em di wê baweriyê de ne gava me ya nû xizmetê ji çareseriya pirsgirêka kurd re bike"
Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya di 26'ê Cotmehê de ku bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin û ji gerîlayên me yên ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê 25 jê bi xwe amade bûn, me diyar kiribû ku li cihên xwedî rîska şer ên li ser sînor jî em ê tedbîran li hemberî şer werbigirin. Ji wê demê û vir ve li ser bingeha karê ku organên pêwendîdar kirin, em li herêma Zapê gihaştin encameke girîng. Bi êvara 16'ê Mijdarê re hêzên me yên li herêma Zapê ku rîska şer lê hebû, vekişiyan qadên cuda yên guncaw. Bi rewşa heyî re li qada navborî rîska şer bi temamî ji holê hatiye rakirin.
Piştî vekişîna hêzên me yên gerîla yên bi rîska şer ên li nava sînorên Tirkiyeyê, ev sererastkirin û vekişîna ji herêma Zapê re ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne bûye tevkariyeke girîng a pratîkî û biryardariya me ya ji bo pêvajoyê careke din nîşan dide."