Di bîra petrolê ya Sandojê de (TPAO)teqînekê rû da

Li bakurê Kurdistanê li bîra Sondajê ya li ser rêya Amed û Êlihê teqînek çêbû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Hat ragihandin ku di bîra sondajê ya Uçetepe yê şîrketa Hevkariya Anonîm Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) de ji ber zêdebuna gazê şewat deketiye.

Şewata ku di bîra sondajê de derketî bûye sedema teqînekê û di encama vê teqînê de 7 karker birîndar bûn, rewşa 2 karkeran jî giran e.

Bi destwerdana tîmên arkujiyê şewat hat vemirandin û têkildarî şewatê lêkolîn hat destpêkirin.

Şîrketa TPAO di sala 1954an de hat damezrandin, di dabînkirina pêdiviyên enerjiyê yên Tirkiyeyê û pêşxistina çavkaniyên enerjiyê yên navxweyî de roleke girîng dilîze.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24