Di civîna ku duh li Amedê pêkhatî de, Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Parlamenterên DEM Partî, AKP, CHP, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de amede bûn.
Di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî û civîn wekî civînek hêvîdar bi nav kir û diyarkir ku daxuyaniya Kurtulmuş ku li zanîngehê da ji bo wan bi qîmet e.
"Ev civîn ji bo aştîyê hêvîyek e"
Serra Bucak balkişand li ser pêşveçunên ku di rêya demokrasî û aştiyê de pekhatiye û got:
"Em ji bo pevajo bi erênî encam bibe dixebitin. Piştî 26 salan serokekî Meclisê li Amedê civîneke berfireh li dar dixe û ev ji bo aştiyê hêviyek e."
Her wiha Serra Bucak da zanîn ku ew 18 meh in hatine hilbijartin lê qeyûm hîn jî li ser kar in. Serra Bucak daxwaz kir ku ji bo sererastkirina vê şaştiyê û rakirina pergala qeyûman gav bê avêtin.
Di heman civînê de Parlamenterê AKP'ê yê Amedê Galîp Ensarîoglu jî axivî û got:
"Vê carê, divê em biserkevin. Em ê li Rojhilata Navîn a ku pirsgirêkên mezin lê tên jiyîn, aştiyê ava bikin."
Kurtulmuş: Divê hiqûqa aştî û xwişk-biratiyê bê avakirin
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş li ser girîngiya avakirina pêşerojek ku tê de aştî were nîqaşkirin rawestiya û diyar kir ku ew di pêvajoya herî girîng a mirovahiyê û dîrokê re derbas dibin.
Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku ji bilî avakirina peşerojeke hevpar, ti çareya wan tune ye û wiha berdewam kir: "Divê em li ser rêya Selahedîn-î Kurdî bi yekîtî û hevgirtinê têbikoşin."
Kurtulmuş bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û wiha domand:" Divê hiqûq û rûmeta Kurdan were parastin. Em ê hiqûqa aştî, demokrasî û xwişk-biratiyê ava bikin."
Numan Kurtulmuş di dawiya axaftina xwe de ji helbestek Kurdî beşek xwend.
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.