Di civînê de di derbarê hevkariya hevbeş ya di navbera Pêşmerge, Artêşa Iraq û Hevpeymaniya Navneteweyî de nîqaş hat kirin.
Her wiha metirsiyên terorê û rewşa Sûriyê bûn mijara nîqaşê.
Herdu aliyan li ser wê yekê li hev kirin ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e ku gefê li ewlehî û aramiya Iraq û Sûriyê dixwe.
Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê, di civînê de, Nêçîrvan Barzanî gotiye ku Ji bo pêşîgirtina li gef û metirsyan, hîn jî pêwîstiya Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî heye.