DFG’ê raporek belav kir ku di meha adarê de gelek rojnameger rastî êşkence û tundiyan bûne.
Di raporê de diyar dike, ku meha adarê ji bo azadiya raman û çapemeniyê bûye meheke tarî.
DFG: Xebatên rojnamegeriyê bi tirs tên kirin
DFG’ê bi domdarî di rapora xwe de bal kişand ser “Qanûna Dezenformasyonê” û wiha eşkere kir:
"Li ser xebatên rojnamegeriyê wekî amûreke tirsandinê tê bikaranîn. Nezelaliya di qanûnê de dibe sedem ku rojnameger ji pratîka nûçeyan werin dûrxistin.
Ev yek rasterast mudaxileyî mafê agahdarkirina civakê ye."
'Di Newrozê de gelek rojnameger asteng bûn'
Her wiha DFG’ê di raporê de bal kişand ser astengiyên li qadên Newrozê ku tê de gelek rojnameger asteng bûn û wiha hat bibîrxistin:
“Di 19’ê adarê de rojnamegerên ku xwestin çalakiya li Saraçhaneyê bişopînin rastî tundiya polîsan hatin.
Her wiha meşa ‘Ji Rojnamegeran re Azadî’ ku li dijî zextên li ser rojnamegeran, xwestin bê lidarxistin, hatin astengkirin.”
DFG: Êrîş li ser saziyên çapemeniya azad hatin kirin
DFG’ê di rapora xwe de anî ziman ku di meha adarê de êrîşên li ser saziyên Çapemeniya Azad di qada dijîtal de jî hatin kirin û wiha bal kişandin:
“Hesabên X’ê yên Yenî Yaşam, Jinnews û Ajansa Welat hatin astengkirin. Hesabê medya dijîtalê ya Ajansa Mezopotamyayê hat girtin. Di mehekê de bi giştî 53 hesab û 75 naverokên nûçeyan hatin astengkirin.”
'9 Sal û mehekê cezayê hesabê li 3 rojnamegeran hat birîn'
DFG’ê, bi domdarî daneyên der barê dozên li dijî rojnamegeran de parve kir û cih da van agahiyan:
“Li dijî 5 rojnamegeran doz hat vekirin. 24 rojnameger hatin darizandin. Li 3 rojnamegeran bi giştî 9 sal û mehek cezayê hepsê hat birîn.”
DFG: Gelek rojnameger rastî astengiyên fîzîkî hatin
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi giştî nirxandina ku di adara 2026’an kir û da zanîn ku xebatên rojnamegeran bi awayekî cidî hatine astengkirin.
Rojnameger rastî astengiyên fîzîkî hatine, hatine binçavkirin û girtin.