Li Bakur Kurdistanê çalakiyên ji bo 4'ê Nîsanê berdewam in

Li Bakurê Kurdistanê pîrozbahiyên ji bo 4 Nîsanê berdewam dikin. Îro hat ragihandin ku di roja 4’ê Nîsanê de dê li mala Damizrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Amarayê çalakî bê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya 77 saliya Damizrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî û amadekariyên berdewam tên kirin.

 

Gelek saziyên Kurdî û welatiyên Bakurê Kurdistanê ji bo vê rojê daxuyanî dan û çalakî li dar xistin.

 

Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê dê di roja 4’ê Nîsanê de li mala Abdullah Ocalan a li Amarayê çalakiyekê li dar bixe.

 

Li ser vê bingehê jî dê ji gundê Erexê ku 3 km’yan dûrî Amarayê ye, ber bi mala Abdullah Ocalan ve meş were lidarxistin.

 

Piştî meşê dê pêşangeha wêneyên Ocalan a li malê ji beşdaran re were vekirin.

 

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 31'ê adarê de ragihand ku ew ê ji 1'ê Nîsanê pê ve li kolanan bin.

 

Di 4'ê Nîsanê de ber bi Amara û di 19'ê Nîsanê de ber bi Gemlîkê ve meşekê pêk bînin.

 

Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiya li Cirnê Rêş a Rihayê jî bûn dan zanîn ku ew ê li benda rojê bin ku rêberê wan bê azadkirin û di nav wan de were pêşwazîkirin.

 

Koordînasyona KJK'ê ji bo rojbûna Ocalan daxuyaniyek belav kir û wiha dest nîşan kir:

 

“Rojbûna 77an a Rêber Apo ku ji nû ve zindîbûna hesreta azadiyê ya gerdûnê, jinan û mirovahiyê û ji nû ve bûyînê ye, li jinên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, li gelan, li gelê me û hevrêyên komunalîst hemûyan pîroz be.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye