Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgirî da 'Projeya Yekîtiya Neteweyî'

Partiya Komunîst a Kurdistanê, piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’ re nîşan da û wiha got: "Yekrêzî bingeha sereke ya serkeftin, parastina maf, azadî û temamkirina pêvajoya rizgariya neteweyî ye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 19'ê adarê de, bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cuda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekîtiya gelê Kurd projeyeke neteweyî hate destpêkirin.

Bi dirûşmeya 'Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e' projeyeke neteweyî ji bo yekîtiya gelê Kurd hat destpêkirin.

Ev xebata neteweyî bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin.

Roj bi roj piştgiriya kesayet, sazî, rêxistin û partiyan ji bo vê pêngava yekîtiya neteweyî zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de Partiya Komunîst a Kurdistanê jî, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji 'Projeya Yekîtiya Netewî' re, nîşan da.

Daxuyaniya Partiya Komunîst a Kurdistanê wiha ye:

"Ji ber baweriya me ya bi çarenûs û têkoşîna hevpar, em piştgiriyê didin banga ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî ’ da ku navendên biryardanê yên li cîhanê bihejîn in.

Me her tim tekezî li ser yekîtî û helwesta yekgirtî ya Kurdistanî kiriye.

Yekîtî prensîba sereke ya serkeftin, parastina maf û azadiyên me û temamkirina qonaxa rizgariya neteweyî ye.

Ev yek gelek erk û berpirsyariyên hevpar yên berfireh dixe ser milê her kesî.

Her parçebûn û nakokî yan belavkirina gotinên nefretê, ziyanê dide yekîtiyê.

Ji ber vê yekê, divê ew bi aliyekî de werin danîn û rêz ji cudahiyan re were girtin, ji ber ku yekîtî nayê wateya redkirina cudahiyan.

Berevajî wê yekê, yekîtiya neteweyî bernameya xebata me ya hevbeş e, ji ber ku armanca mezin a gelê Kurd xurt dike."

Her wiha wekî Partiya Komunîst a Kurdistanê, em bi temamî piştgiriyê didin kampanyaya Projeya Yekîtiya Neteweyî .

Di heman demê de, ev daxwazeke ji bo her welatiyekî/eke Kurd û her kesê ku baweriya wî bi azadiya neteweyan heye.

Partiya Komunîst a Kurdistanê diyar kir ku, ew piştgiriya peyama siyasetmedar û rewşenbîrên çar aliyên Kurdistanê dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye