Li Idlibê ciwanek hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû

Li Idlibê di kemîna komeke çekdar de ciwanek ji qebîleya Begara hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû. Êla Begara li hember vê bûyerê nerazîbûn nîşan da û banga hesabpirsînê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Qebîleya Begara di der barê kuştina ciwanekî li Idlibê de nerazîbûn nîşan da.

Hate ragihandin ku li herêma Ebû Dihûr a li rojhilatê Idlibê di encama kemîna komeke çekdar de, ciwanek ji qebîleya Begara hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû.

Rûspiyên qebîleya Begara Haşimiye di der barê bûyerê de daxuyaniyek dan û bertekên xwe nîşan dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Çekdarên eşîrekê li gundê Hermele kemînek ji ciwanên êla El Bû Asî (şaxeke qebîleya Begara) re danî.

Di kemînê de ciwanek hat kuştin, yek birîndar bû û nêzî 10 ciwanên din lêdan xwarin.

Çekdar piştî êrîşê reviyan."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev bûyer ne tekekesî ye, lê plankirî ye û ji ber aloziyên berê ye.

Rûspiyên qebîleyê bang li aliyên têkildar ên hikûmeta veguhêz kirin ku destwerdanê bikin û hesab ji êrîşkaran bixwazin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye