Di konferanseke hevpar de, Neqîbê Edîtoran Jozef El-Qesîfî û Cîgirê Neqîbê Rojnamevaniyê Corc Solaj, biryar dan ku vê qanûnê wekî "çnebûyî" bihesibînin.
El-Qesîfî hişyarî da ku ev "qanûna şermê" wekî şûrekî li ser stûyê rojnamevanan e, ji ber ku binpêkirinên weşanê wekî sûç dibîne û rîska girtina wan ava dike. Wî eşkere kir ku berpirsan sozên xwe yên ji bo guhertina qanûnê binpê kirine, lewma ew roj wekî "Sêşemba Reş" bi nav kir û bang li Serokkomar kir ku qanûnê vegerîne parlamenê.
Ji aliyê xwe ve, Corc Solaj tekez kir ku ev şer ji bo parastina azadiyê ye. Wî got ku nerazîbûnên wan ên sereke li dijî cezayê girtîgehê ne û wiha berdewam kir: "Her kesê ku difikire ragihandinê qels bike di xeyalan de ye; em ê heta dawiyê têkoşînê bikin".
Hêjayî gotinê ye ku Parlamena Libnanê ev qanûn erê kiribû û şandeya Yekitiya Ewropayê jî li Beyrûdê pêşwazî lê kiribû.