Duh Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, buhayê kirîna genim eşkere kir.
Li gorî biryarê, genimê standard ê pileya yekem bi 46 hezar lîreyên nû yên Sûrî ji bo her tonekê hate destnîşankirin.
Xelkên Reqayê tevî cotkaran, li hemberî vê biryarê daketin qadan û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Di xwepêşandanê de pankartên daxwaza pêkanîna edaletê ji bo cotkaran û guhertina buhayê genim hatin hilgirtin.
Xwepêşanderan diyar kirin ku ev buha ne li gorî lêçûnên bilind ên çandiniyê ye û pêdiviyên cotkarên herêmê bi cih nayîne.
Xwepêşandaran, der barê vê yekê de, ev tişt anîn ziman:
``Hikûmeta me êşa me paşguh dike. Fonê karmendên hikûmetê her 5 mehan tên dayîn.
Xelk birçî ne, heta kengî em ê di vê rewşê de bin.``
Xwepêşanderan destnîşan kirin ku buhayên kelûpelên çandiniyê îsal zêde bûne û buhayê genim vê lêçûnê dernaxe.
Xwepêşanderan xwestin ku wezîrê aboriyê ji kar were derxistin û biryara buhayê kirîna genim li ber çavan were girtin.
Her wiha xwepêşandaran, dan zanîn ku wezîrê aborî û pîşesaziyê, em hemû bi yek carî rûxandin.