Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Qamişloyê îro, bi armanca ragihandina Rêbera Çalakiyên Dibistanê bi zimanê Kurdî ji refa 1 heya 8’an ku ji 8 pirtûkan pêk tê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de kesayetên girîng ên qada perwerdeyê amade bûn, wek Gerînendeyê Perwerdê yê Hesekê Ednan Berî, Gerînendeyê Mataryalan Esmet Remedan û Hevseroka SZK’ê Viyan Hesen.
Ev rêber ji 8 pirtûkan pêk tê û armanca wê peydakirina çalakiyên perwerdehiyê yên bi zimanê Kurdî ye ji bo piştgirîkirina proseya fêrbûnê.